Li Almanyayê Hilgirtina Kêr, Spreya Fîlfil û Çekan
Loading
Criminal law

Li Almanyayê Hilgirtina Kêr, Spreya Fîlfil û Çekan

Updated on Jul 5, 2026

Article languageKurdî (Kurmancî)
Yasayên çekan, berevaniya xwe û cezayên hilgirtina neqanûnî
 
Pêşek
 
Li Almanyayê, yasayên ku derbarê çekan, kêran û amûrên berevaniya kesane de ne, pir cidî û dijwar in. Gelek kesên ku nû hatine Almanyayê difikirin ku hilgirtina kêr, spreya fîlfil an jî hin amûrên berevaniyê ji bo “parastin” an “berevaniya xwe” pirsgirêkek tune ye. Lê li Almanyayê, heta tenê hilgirtina hin amûran — bê ku werin bikaranîn — jî dikare neqanûnî be.
 
Yasayên çekan li Almanyayê bi navê Waffengesetz (WaffG) tên nasîn. Ev qanûn diyar dike ka kîjan tişt wekî çek tê hesibandin û hilgirtin an bikaranîna wan çi encamên qanûnî hene.
 
Li gorî qanûnê, çek di du beşan de têne dabeş kirin:
 
* Çekên sar: wekî kêr, xanjer, şûr, şemşîr û gelek cureyên batonan
* Çekên germ: wekî tifingên nêçîrê û çekên leşkerî
 
 
Kîjan amûr wekî çek nayên hesibandin?
 
Yek ji girîngtirîn îstîsnayan spreya fîlfil e ku tenê ji bo berevaniya li dijî heywanan hatiye çêkirin û li ser wê nivîsandiye Tierabwehrspray. Hilgirtina vî cureyî spreyan bi gelemperî bê destûrname qanûnî ye.
 
Lê ji bilî vê, hilgirtina her cure çek an amûrên qedexekirî li cihên giştî, wekî:
 
* stasyonên trênan
* şahî û festîvalên kolanan
* stadyûmên werzîşê
* dibistanan
 
bê destûra qanûnî qedexe ye. Ger polîs van amûran bibîne, gelek caran dikare dozeke dadwerî li dijî kesê hilgir ava bike, heta ger ew amûr nehatiye bikaranîn jî.
 
Ji ber vê yekê divê ev mijar bi ciddiyet were girtin. Ger hûn werzişvan in û ji bo werzîşa xwe hewcedariya hilgirtina şemşîr, kêr an amûrên wekî wan hene, çêtir e ku hûn her dem destûrname û belgeyên pêwîst bi xwe re hilgirin.
 
 
§ 42a WaffG – Qedexekirina hilgirtina hin çekan
 
Nivîsa qanûnê
 
“Es ist verboten,
Anscheinswaffen,
Hieb- und Stoßwaffen sowie
Messer mit einhändig feststellbarer Klinge oder feststehende Messer mit einer Klingenlänge über 12 cm
zu führen.”
 
Wergera Kurdî
 
Hilgirtina van tiştan qedexe ye:
 
* çekên ku dişibin çekên rastîn
* çekên lêdanê an şûştinê
* kêrên ku bi yek destî tên vekirin û kilît dibin an jî kêrên sabît ên ku dirêjahiya tûjahiya wan ji 12 cm zêdetir e
 
 
Şiroveya hêsan a qanûnê
 
Li Almanyayê hemû kêr ne neqanûnî ne. Lê hilgirtina hin cure kêran li cihên giştî qedexe ye.
 
Bi taybetî:
 
* kêrên kilîtdar
* kêrên taktîkî
* kêrên perperokî
* kêrên mezin ên ku tûjahiya wan ji 12 cm dirêjtir e
 
Ev amûr dikarin wekî çekên sar bêne hesibandin û hilgirtina wan dikare pirsgirêkên mezin ên qanûnî çêbike.
 
 
Nimûneyên rastî
 
Nimûne 1
 
Kesek kêrekî kilîtdar di çenteyê xwe de dihêle û polîs li stasyona trênê wê dibîne.
Di vê rewşê de dikare kes cezayê dravî bistîne an jî kêr ji aliyê polîs ve were girtin.
 
Nimûne 2
 
Kesek di nav şerê kolanan de kêr bi xwe re hildigire.
Heta ger kêr nehatiye bikaranîn jî, rewşa wî ya qanûnî pir cidîtir dibe û dikare bi cezayên girantir re rû bi rû bimîne.
 
 
Cezaya hilgirtina çekê bê destûr
 
§ 52 WaffG – Rêzikên cezayê
 
Nivîsa qanûnê
 
“Mit Freiheitsstrafe bis zu drei Jahren oder mit Geldstrafe wird bestraft, wer entgegen § 42a eine dort genannte Waffe führt.”
 
Wergera Kurdî
 
Kesê ku li dijî §42a çek an amûrekî qedexekirî hilgire, dikare heta sê salan bi zindanê an jî cezayê dravî were cezakirin.
 
 
Nîşeya girîng derbarê spreya fîlfil de
 
Wekî ku berê hate gotin, hilgirtina spreya ku li ser wê Tierabwehrspray hatiye nivîsandin bi gelemperî qanûnî ye û destûrname naxwaze.
 
Lê ger kesek vê spreyê li hember kesekî din ji bo berevaniya xwe bikar bîne, divê ew îspat bike ku kirina wî di çarçoveya berevaniya qanûnî de bûye.
 
Dadger dikare van tiştan binirxîne:
 
* qasîya spreya ku hatiye bikaranîn
* dûrahiya bikaranînê
* giraniya birînan
* rewşa laşî ya her du aliyan
 
Bo nimûne:
 
* Ger kesek spreya zêde bikar bîne û zirarê giran an mayînde çêbike, dadgeh dikare bibêje ku ew ji sînorên berevaniya qanûnî derbas bûye.
* Her weha, ger kesekî hêzdar spreya fîlfil li dijî zarokek an ciwanekî lawaz bikar bîne, dibe ku dadger bibîne ku ev ne pêwîst bû.
 
Di van rewşan de, dikare kes bi sûcê lêdan û birîndarkirinê were cezakirin.
 
 
Berevaniya qanûnî li Almanyayê
 
§ 32 StGB – Notwehr
 
Nivîsa qanûnê
 
“Wer eine Tat begeht, die durch Notwehr geboten ist, handelt nicht rechtswidrig.”
 
Wergera Kurdî
 
Kesê ku di çarçoveya berevaniya qanûnî de kiryarek bike, ne wekî kesekî ku li dijî qanûnê hereket kiriye tê hesibandin.
 
 
Şiroveya hêsan
 
Ger kesek di xetereyek rastîn de be û ji bo parastina canê xwe, milkê xwe an kesekî din hereket bike, li gorî qanûna Almanî dikare sûcdar neyê hesibandin.
 
Lê divê ew îspat bike ku:
 
* xetereyek rastîn hebû
* berevaniyê pêwîst bû
* û hêza ku hate bikaranîn zêde nebû
 
 
Şoker, baton û amûrên din ên berevaniyê
 
Gelek amûrên berevaniyê li Almanyayê yan sînordar in yan jî qedexe ne.
 
Ger hûn dixwazin şoker an çekekî din bikirin، bala xwe bidin van xalên jêr:
 
1. Ji firoşkarên nenas ên ser înternetê tişt nekin.
2. Tenê ji firotgehên fermî û destûrdar bikirin.
3. Berî kirînê ji dezgehên têkildar bipirsin ka destûrname pêwîst e yan na.
 
 
Çekên germ
 
Yasayên çekên germ li Almanyayê pir dijwar in.
 
Ji bo kirîn، xwedîkirin an hilgirtina çekên germ، destûrnameya fermî pêwîst e.
 
 
Destûrnameya hilgirtina çekê (Waffenschein) çi ye?
 
Waffenschein destûrnameyek fermî ye ku destûrê dide kesekî ku li cihên giştî çekê germ hilgire.
 
Girtina vê destûrnameyê pir zor e û bi gelemperî tenê ji:
 
* kesên ewlehiyê
* hin parêzvanan
* kesên ku şertên taybet hene
 
re tê dayîn.
 
Di rastiyê de, ji bo welatiyekî asayî girtina vê destûrnameyê gelek dijwar e.
 
Ji ber vê yekê hay ji xapîneran hebe ku dibêjin dikarin çek bi “destûrnameya qanûnî” bifroşin.
 
 
Hişyariya girîng ji bo penaber û koçberan
 
Gelek penaber û koçber difikirin:
 
“Ger ez tenê ji bo berevaniya xwe kêr an spreya fîlfil bi xwe re hilgirim, pirsgirêkek çênabe.”
 
Lê li Almanyayê:
 
* polîs li ser mijara çekan pir hestiyar e
* hilgirtina hin amûran dikare bibe sedema dozeya cezayî
* heta bê bikaranîn jî dikare pirsgirêk çêbike
 
Encamên gengaz ev in:
 
* cezaya dravî
* girtina amûrê
* qeyda sûcdariyê
* pirsgirêkên rûniştinê
* pirsgirêkên wergirtina hemwelatiyê
* û di rewşên giran de zindan
 
 
Encama dawî
 
Ji bo jiyaneke ewle û qanûnî li Almanyayê:
 
✔ Yasayên çekan bi cidî bigirin
✔ Ji hilgirtina kêrên nepêwîst dûr bimînin
✔ Tenê amûrên berevaniya qanûnî bikar bînin
✔ Ji şer û tehdîdan dûr bimînin
✔ Di rewşên xeternak de bi polîs re têkilî daynin
 
Li Almanyayê، hilgirtina çek û amûrên xeternak di bin kontrola dijwar a qanûnî de ye û heta şaşîyên biçûk jî dikarin encamên giran çêbikin.
 
Sê bingehên jiyaneke ewle û qanûnî li Almanyayê:
 
✔ Ewlehî
✔ Berpirsyarî
✔ Rêzgirtina qanûnê
More in this category(5)