Li Almanyayê Dawî Anîna Peymana Karê
Loading
Labor law

Li Almanyayê Dawî Anîna Peymana Karê

Updated on Jul 5, 2026

Article languageKurdî (Kurmancî)
Mafên Karkeran, Demjimêra Îtîrazê û Xeletiyên Girîng ên Yasayî
 
 
Pêşek
 
Ji bo gelek koçberên ku li Almanyayê dixebitin, wergirtina nameya dawîkirina karê ango Kündigung yek ji bûyerên herî stresdar ên jiyana karî tê hesibandin.
 
Hin kes difikirin ku li Almanyayê xwediyê kar dikare her dem û bê sedem peymana karê biqedîne. Lê di rastiyê de, yasaya karê ya Almanyayê di gelek rewşan de karkeran diparêze û xwediyê kar mecbûr e şert û rêzikên taybet bişopîne.
 
Di heman demê de, gelek koçber ji ber nezanîna yasa, mafê îtîrazê ji dest didin, belgeyên şaş îmze dikin, an jî bêyî zanîna mafên xwe bi pirsgirêkên aborî û rûniştinê re rû bi rû dibin.
 
Ev gotar rêbernameyek hêsan û bikêrhatî ye li ser şert û rêbazên dawîkirina têkiliya karê li Almanyayê.
 
 
Kündigung çi ye?
 
Kündigung nameyek fermî ye ku têkiliya karê bi awayekî fermî bi dawî dike.
 
Ev dawîkirin dikare:
 
* ji aliyê xwediyê kar ve,
* an jî ji aliyê karker ve were kirin.
 
Lê her du alî divê şertên ku di peymana karê de hatiye nivîsandin bişopînin, bi şertê ku ev şert li dijî yasayên Almanyayê nebin.
 
Bo nimûne:
 
Heke di peymana karê de hatiye nivîsandin ku karker divê 4 hefte berî roja ku dixwaze karê biqedîne Kündigung-ê bi nivîskî bide, ew nikare demjimêra 2 hefteyan hilbijêre, ji bilî hin rewşên taybet ku li jêr tên şîrove kirin.
 
 
Cureyên Kündigungê li Almanyayê
 
Li Almanyayê çend cureyên sereke yên Kündigungê hene:
 
1. Ordentliche Kündigung
 
Dawîkirina asayî bi rêzgirtina demjimêra qanûnî.
 
2. Fristlose Kündigung
 
Dawîkirina yekser bêyî rêzgirtina demjimêra qanûnî an ya di peymanê de hatiye destnîşan kirin.
 
3. Aufhebungsvertrag
 
Dawîkirina bi razîbûna her du aliyan.
 
 
Pirs: Ma peymana karê dikare bi devkî biqede?
 
Bi gelemperî na.
 
Li Almanyayê Kündigung divê bi nivîskî û fermî be.
 
Ev tê vê wateyê ku peyama WhatsApp, telefon, e-mail an jî derxistina devkî bi tenê bes nîne. Kesê ku dixwaze karê biqedîne divê nameyek nivîskî bi îmze, tarîx û daxwaza fermî pêşkêş bike.
 
 
Madeya Yasayî ya Girîng
 
§ 623 BGB – Forma Nivîskî ya Kündigungê
 
Nivîsa Yasa
 
„Die Beendigung von Arbeitsverhältnissen durch Kündigung oder Auflösungsvertrag bedarf zu ihrer Wirksamkeit der Schriftform.“
 
 
Wergera Hêsan
 
“Dawîkirina têkiliya karê bi Kündigung an peymana fesxê ji bo ku derbasdar be, pêdivî bi forma nivîskî heye.”
 
 
Probezeit (Dema Ceribandinê) û Derxistin ji Kar
 
Di gelek peymanên karê de, çend mehên yekem Probezeit tên hesibandin.
 
Di vê demê de dawîkirina têkiliya karê hêsantir e û demjimêra Kündigungê jî kurtir e.
 
Lêbelê, heta di Probezeitê de jî hin yasayên parastinê û qedexeya cudakariyê hene.
 
 
Xeletiya Herî Mezin a Koçberan
 
Hin kes dibêjin:
“Ez di Probezeitê de me, mafê min tune ye.”
 
Ev fikir bi tevahî şaş e.
 
Yasa her dem karker diparêze û heke hûn li dijî Kündigung-a xwediyê kar bin, mafê îtîrazê heye.
 
 
Demjimêra Îtîrazê li dijî Kündigungê
 
Pir girîng:
 
Heke kesek Kündigung bistîne, bi gelemperî tenê 3 hefte dem heye ku li Arbeitsgericht (Dadgeha Karê) îtîraz bike.
 
Heke ev dem were winda kirin, heta derxistina neqanûnî jî dikare wekî derbasdar were hesibandin.
 
 
Nimûne
 
Bifikirin:
 
Xwediyê kar bê sedemek maqûl we derdixe kar, lê hûn nameyê dikin aliyekî an jî dereng tevdigerin.
 
Piştî ku demjimêra yasayî qediya, îtîraz kirin pir dijwartir dibe. Wê hingê hûn mecbûr in sedemek qane’ker bînin ku çima di dema diyarkirî de îtîraz nekiriye. Wekî din ihtîmala qebûlkirina daxwaza we pir kêm dibe.
 
Sedemên qane’ker mînak:
 
* nexweşî û nexweşxaneyê,
* mirina xizmên dereceya yekem,
* an rewşên giran ên wekî van.
 
 
Ma xwediyê kar mecbûr e sedema derxistinê rave bike?
 
Erê.
 
Bi taybetî di şirkêtên mezin de ku Kündigungsschutzgesetz (KSchG) tê sepandin.
 
 
Fristlose Kündigung çi ye?
 
Fristlose Kündigung ew e ku xwediyê kar dibêje domandina têkiliya karê êdî ne maqûl e.
 
Bo nimûne:
 
Heke xwediyê kar dizî, tundûtûjî, tehdîd, heqaretên giran, sextekarî an binpêkirina girîng a rêzikên şirkêtê ji aliyê karker ve îspat bike, dikare bi lez karker derxe.
 
Di hin rewşan de xwediyê kar dikare bêyî rêzgirtina demjimêra asayî peymanê biqedîne. Lê dîsa ev divê li gorî yasa be û mafê îtîrazê jî heye.
 
 
Ma nexweşî dikare bibe sedema derxistinê?
 
Geleg koçber ji vê yekê ditirsin û ji ber vê yekê heta dema nexweşiyê jî dixwazin biçin ser kar.
 
Lê li Almanyayê gotineke navdar heye:
“Pêşî tenduristî, paşê kar.”
 
Ev tê vê wateyê ku heke hûn rastî nexweş bin, hûn dikarin îznê nexweşiyê bistînin.
 
Nexweşiya kurt-maweyî bi gelemperî ne sedemek bes e ji bo derxistinê — heya ku xwediyê kar îspat neke ku nexweşî ne rast bû û kes tenê ji bo neçûna karê xwe nexweş nîşan da.
 
Bo nimûne:
 
Kesek dibêje ez nexweşim, lê paşê tê zanîn ku ew çûye seyranê û ne nexweş bû.
 
Rewşeke din jî heye:
Kesek ji ber nexweşiyê êdî nikare bi heman kapasîteyê bixebite. Di vê rewşê de jî dawîkirina karê gengaz e.
 
Ji bilî vê, heke kesek ji ber sermayê an nexweşiyeke kurt çend rojan bêhna xwe bixwaze, ev bi gelemperî sedemek maqûl nîne ji bo Kündigungê.
 
 
Derxistin di Dema Ducaniyê de
 
Li Almanyayê jinên ducanî bi parastina qanûnî ya pir xurt tên parastin.
 
Ji ber vê yekê derxistin di dema ducaniyê an jî demeke kurt piştî zayînê de bi gelemperî neqanûnî ye.
 
Tu xwediyê kar nikare ji ber ducaniyê karkerê xwe derxe.
 
 
Aufhebungsvertrag çi ye?
 
Hin xwediyên kar li şûna Kündigungê pêşniyara Aufhebungsvertrag dikin.
 
Ev tê vê wateyê ku her du alî bi razîbûnê têkiliya karê bi dawî dikin.
 
 
Hişyariya Girîng
 
Hin koçber bêyî şêwirê van peymanan îmze dikin.
 
Lê ev dikare li ser pereya bêkarî, rûniştin an alîkariyên civakî bandorên neyînî bike.
 
Bifikirin:
 
Heke Kündigung ji aliyê xwediyê kar ve be, hûn dikarin ji Agentur für Arbeit pereya bêkarî bixwazin.
 
Li gorî demjimêra karê û rewşa malbatê, dibe ku hûn %65 heta %75 ji maaşa xwe ya net ji bo 9 heta 15 mehan bistînin.
 
Lê heke daxwaza dawîkirinê ji aliyê we ve be an jî bi razîbûna her du aliyan be, dibe ku pereya bêkarî dereng bikeve an sînordar bibe.
 
 
Piştî Wergirtina Nameya Kündigungê Çi Bikin?
 
Heke hûn Kündigung bistînin:
 
✔ Aram bimînin
✔ Tarîxa wergirtina nameyê tomar bikin
✔ Demjimêra 3 hefteyan ji bîr nekin
✔ Bêyî xwendinê tiştî îmze nekin
✔ Heke pêwîst be bi parêzer an Beratungsstelle re şêwir bikin
 
Her weha divê hûn biçin Agentur für Arbeit ji bo qeydandina fermî ya bêkarbûna xwe û wergirtina alîkariya civakî.
 
 
Ma Derxistin li ser Rûniştinê Bandor Dike?
 
Ji bo hin koçberan: erê.
 
Bi taybetî heke rûniştin bi karê ve girêdayî be an kes demeke dirêj bêkar bimîne.
 
Lê her Kündigung ne wateya windakirina rûniştinê ye.
 
 
Cudakarî û Derxistina Neqanûnî
 
Heke Kündigung ji ber netewe, ol, zayend, temen an sedemên cudakariyê be, dikare wekî neqanûnî were hesibandin.
 
 
Rola Arbeitsgericht (Dadgeha Karê)
 
Arbeitsgericht dadgeheke taybet e ku nakokiyên karê li Almanyayê lê tên nirxandin.
 
Gelek dozên Kündigungê, maaş, demjimêrên zêde û nakokiyên karê li vir tên dîtin.
 
 
Xeletiyên Xeternak ên Koçberan
 
Hin kes nameya Kündigungê paşguh dikin, dereng tevdigerin an jî belgeyan bêyî famkirina wan îmze dikin.
 
Ev dikare bibe sedema pirsgirêkên giran.
 
Her weha gelek kes difikirin ku îmzekirina wergirtina nameyê wateya qebûlkirina derxistinê ye, lê ev her tim rast nîne.
 
 
Encama Dawî
 
Li Almanyayê derxistin ji karê her dem ne wateya windakirina hemû mafên karkeran e.
 
Geleg karker mafê îtîrazê, parastina qanûnî û şopandina dozê hene.
 
Ji bo parastina mafên xwe:
 
✔ Peymana karê biparêzin
✔ Nameyên fermî bi ciddiyet bigirin
✔ Demjimêrên yasayî bişopînin
✔ Bêyî zanînê tiştî îmze nekin
✔ Heke pêwîst be zû şêwir bistînin
 
Li Almanyayê zanîna mafên karê dikare gelek pirsgirêkên karî, aborî û heta koçberiyê jî pêşî lê bigire.
More in this category(2)